Tirkiyê bo banga meşa ber bi navçeya Sûrê, lêpirsîn vekir
Demîrtaş, derbarê biryara lêpirsînê de got, eger ji Sûrê jî wek Cizîrê term derkevin, wê demê Diyarbekirî dê nikaribin rûyê hev binêrin

K24-Diyarbekir
Sedozgeriya Komarê ya Diyarbekirê, derheqê Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş de, ji ber banga meşa ber bi navçeya Sûrê, lêpirsîn vekir. Demîrtaş jî got, bang û meşa Sûrê erkê mirovî ye, ne sûc e.
Selahedîn Demîrtaş û Hevserokê DBPê Kamûran Yuksek, duh di civîna çapemeniyê de bang li gelê Diyarbekirê kirin ku, îro ber bi navçeya Sûrê bi armanca dawîanîna operasyona Artêşa Tirkiyê bimeşin.
Parêgariya Diyarbekirê da xuyakirin, ev meş û xwepêşandan deryasayî ye û ji gelê Diyarbekirê xwest ku, guh nedin vê bangê.
Serdozgeriya Diyarbekirê jî banga Demîrtaş wek binpêkirina yasayên Tirkiyê û banga serhildanê nirxand û di heqê Demîrtaş û Yuksek de lêpirsîn vekir.
Demîrtaş, derbarê biryara lêpirsînê de got, eger ji Sûrê jî wek Cizîrê term derkevin, wê demê Diyarbekirî dê nikaribin rûyê hev binêrin û da zanîn meşa wan a ber bi Sûrê bingeha xwe ji destûr bingehîn digre.