Li Bakurê Kurdistanê alozî ber bi nezelaliyê ve diçe
Her diçe şer û aloziyên li Bakurê Kurdistanê gurtir dibin û rewş ber bi nezelaliyeke mezin ve diçe. Aliyên siyasî jî her diçe ji hev dûr dikevin û rewşa aloz jî berdewam û metirsî zêde dibe.
K24 - Enqere
Her diçe şer û aloziyên li Bakurê Kurdistanê gurtir dibin û rewş ber bi nezelaliyeke mezin ve diçe. Aliyên siyasî jî her diçe ji hev dûr dikevin û rewşa aloz jî berdewam û metirsî zêde dibe.
8 meh in ku li Bakurê Kurdistanê şer û pevçûnên di navbera PKK û dewleta Tirkiyê de berdewam dike û neçareserî û nezalaliya xwe jî ligel vê yeke diparêze. Herçiqas hewlên bo çareseriyê di çarçoveya parlamentoyê de bêne dayîn jî lê ew hewldan rûbirûyê astengên yasayî dibin.
Ji ber ku ji parlamentoyê encameke girêdayî îradeya siyasî ya bo bi dawî anîna şer û pêkanîna çareseriyê dernakeve, partiyên siyasî dest bi çalakiyên alternatif kirin. Hevserokê HDPê Demirtaş di nav vê hefteyê de li Mêrsîn û li Êlihê du mîtîngên aştiyê pêk anîn. Demîrtaş di mîtîngên xwe de peyama têkoşînê ragihand.
Mebesta mîtîngên aştî û çareseriyê ji aliye parlamenterê HDPê Adem Geverî ve hate rave kirin. Li gorî Geverî bi rêya van mitîngan tê xwestin ku bi gel re yekîtiyek were pêk anîn. Herwiha Geverî diyar kir ku li beramberî fezlekeyên derheqê HDPyî yan de jî ku her diçe zêde dibin, divê siyaseta sivîl bê meşandin.
Geverî wiha axifî: “Yê ku dixwaze şer bike, li serê çiyê şer dike. Eger em jî bixwazin em dikarin biçin serê çiya lê me berê xwe daye siyaseta sîvîl. Em dixwazin hem heqê gelê Kurd biparêzin, hem jî li Tirkiyê demokrasiyê pêşve bibin.”
Li aliyê din Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutgolu 6ê Sibatê di çarçoveya vegerîna rewşa asayî de MasterPlanek aşkere kir û herwiha da zanîn ku plan wê bibe çareseriya pirsgirekên li herêmê. Lê belê encameke berbiçav ji vê planê dernek û di vê derbarê de jî hikumet HDPê sucdar dike.
Pêknehatina vê aramiyê Mazhar Bagli jî wek acizbûna PKKê ya li hemberî pêşveçûna demokrasiya li herêmê destnîşan dike. Herwiha îdia dike ku PKKê ji ber vê yekê şer da destpêkirin. Parlamenterê AKPê yê bere Mazhar Bagli ji Kurdistan24ê re wiha axifî: “Divê ku tu peywendiya PKKê bi Kurdan re biqetînî. Mesela ew niha dibêjin hikûmet li dijî Kurdan şer dike. Ev ne rast e. Lazim e dewlet bibêje ez li dijî Kurdan qet tiştekî nakim.”
Li Bakurê Kurdistanê ji destpêka proseya şer heta niha, di 7 bajaran de 58 caran qedexeya derketina kolanan hat ragihandin û di encama pevçûnan de jî bi tevahî 259 sîvîlan canê xwe ji dest dan. Qedexeyên derketina kolanan li Cizîr, Qezex, Sûr û Silopiyê jî hê berdewam in.

