Demîrtaş: Miletê me li himberî siyaseta AKPê serê xwe natewîne
Ji 2ê Kanûna 2015an ve li 6 taxên navçeya Sûrê şer û pevçûnên di navbera hêzên ewlekariya dewletê û şervanên YPSê de didomin
K24-Diyarbekir
Piştî mesa ber bi Sûra Amedê ve Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan Selahidîn Demirtaş AKPê bi tawanên şer tometbar kir û dibêje : "Ku, miletê me li himber zilma û siyaste AKPê serê xwe natewîne, aşkere kir ku, ewê heta dawî yê li ber xwe bidin û xebata xwe berdewam bikin."
Derbarê xwepêşandanên Diyarbekerê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan Selahidîn Demirtaş di kongreyeke rojnamevanî de, sipasiya Ciwanê Kurd taybet yên Diyarbekê kir, da zanîn ku, miletê me li himberî zilma û zordariya AKPê serê xwe natewîne.
Demirtaş aşkere kir ku, banga wan kirî wê berdewam, her roj saet 6 êvarî wê hemû dikanên Diyarbekrê werin girtin û nerzîbûna xwe bidin nîşandan. Da zanîn ku, ew li himberî binpêkirina mafên mirovan bê deng namîne û ew dê bersiva wan bidin.
Duh,di xwepêşandanên li Diyarbekirê de bûyer derketin. Polîsan bi ava şîd û gaza rondikrêj mudaxaleyî xelkê ku dixwest bimeşin navçeya Sûrê kir.
Xelkê bajêr li ser banga Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş saet li 16.00an li cihên cûda kom bûn û xwestin ku ber bi Sûrê bimeşin. Lê hê jî meşê destpê nekirî polîsan mudaxaleyî wan kir. Esnaf û bazirganan deriyên dikanên xwe girtin.
Ji 2ê Kanûna 2015an ve li 6 taxên navçeya Sûrê şer û pevçûnên di navbera hêzên ewlekariya dewletê û şervanên YPSê de didomin