Di kirîna çekdan de Iraq duyem e

Li gor kogeha çêkirinê ya leşkerî ya Amerîkayê pihtrîn çekên ku têne firotin, Helîkopterê leşkerî, firokeyên veguheztinê û firokeyên bê firokevan in.

K24-Navenda Nûçeyan

Li gor fatoreya kirîna çekan, piştî welatê Koriya Başur Iraq di pileya duyemîn li cîhanê de bi kirîna çek û pêdawîstiyên şer.

Welatê Koriya Başur bi sedema aloziyên di navbera wê û Amerîkayê de fatoreya kirîna çekên wê gehiştiye 7milyar û 800 milyon dolaran,  bi vê yekê ew weke yekemîn welat li seranserî cîhanê di kirîna çekan de tê, Berazîl jî di pileya siyemîn de tê.

Iraq jî fatoreya kirîna çekên wê di sala (2014-2015) gehiştiye 7 milyar û 300 milyon dolar bi vê yekê Iraq jî pileya duyemîn welat piştî Koriya Başur di kirîna çekand e tê, heta niha Koriya Başur ji wê fatoreyê tenê 7 milyar pere dane berhemhênerên çekan.

Li gor kogeha çêkirinê ya leşkerî ya Amerîkayê pihtrîn çekên ku têne firotin, Helîkopterê leşkerî, firokeyên veguheztinê û firokeyên bê firokevan in.

Fly Erbil Advertisment