“Civaka navdewletî amade ye alîkariya Kurdistanê bike”
Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jan Kubis ragihand ku civaka navdewletî amade ye di mijara reform û derbaskirina krîza aborî de hevkariya Herêma Kurdistanê bike.

K24 – Hewlêr
Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jan Kubis bal kişand ser projeya reforman a Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û ragihand ku civaka navdewletî amade ye di mijara reform û derbaskirina krîza aborî de hevkariya Herêma Kurdistanê bike.
Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahedîn ligel şandeke hevbeş a Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û welatên G-7 û Banka Cîhanî civiya. Şanda mêvan ji Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jan Kubis, Balyozê Emerîkayê Stuart Jones, Balyozê Brîtanya Frank Beyker, Balyozê Japonya Somio Yuway, Serokê Şanda Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Patrik Simont, Rêveberê Karûbarê Balyozxaneya Kanada Robert Biset, Cîgirê Rêveberê Balyozxaneya Elmanya li Iraqê Milan Simandil, Cîgirê Balyozê Îtalya li Iraqê Patrik Mura, Konsulê Giştî yê Fransa li Hewlêrê Alan Gibxat û Rêveberê Banka Cîhanî bo Iraqê Robert Cewd pêk dihat.
Di civênê de ku armanc gotûbêjkirina hewldanên navdewletî yên ji bo alîkarîkirina Herêma Kurdistanê bû di mesela krîza aborî û şerê dijî DAIŞê de, Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jan Kubis, ku serokatiya şandê dikir got ku civaka navdewletî amade ye di mijara reform û derbaskirina krîza aborî de hevkariya Herêma Kurdistanê bike.
Serok Barzanî jî serdana şanda welatên bihêz wek piştgiriyeke eşkere bo gele Kurdistanê nirxand û bal kişand ser hewl û qurbanîdana gele Kurdistanê di şerê DAIŞê de, herwiha hewandina bi sedan hezar koçber û penaber li Herêma Kurdistanê û wiha axifî: “Herçiqas em di krîzeke aborî ya dijwar de ne, lê Pêşmergeyan erke xwe yê niştimanî di şer de gelekî bi başî cibicîh kirine û rûbirûyê teröre bûne. Di heman deme de alîkarîkirina penaberan jî erke hemû aliyên cîhanê ye.”
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bibîr xist k udi warê aborî de hîç aliyekî di şerê DAIŞê û alîkarîkirina penaberan de hevkariya Herêma Kurdistanê nekiriye û daketina behayê petrole jî krîza aborî dijwartir û barê Herêma Kurdistanê girantir kiriye.
Barzanî, daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî, welatên G-7 û Yekîtiya Ewropayê kir ku di şerê DAIŞê, alîkarîkirina penaber û koçberan û meseleya reforman de hevkariya Herêma Kurdistanê bikin û wiha pêde çû: “Em di meseleya reforman de pêdagir in û bi hemû şiyana xwe hewl didin daku prosesa reforman biser bikeve. Herwiha li ser rêya reforman jî kes nabe asteng û em dê ligel aliyên siyasî jî berdewam bin da krîza siyasî ya herêmê jî were çareser kirin.”
Di beşekî din ê civînê de beşdarvanan pirsyar û têbîniyên xwe derbarê şerê DAIŞê, krîza aborî, rewşa penaberan û peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de pêşkêşî Barzanî kirin. Herwiha ragihandin ku siyaseta Serok Barzanî civaka navdewletî teşwîq dike daku bi hêvî bere xwe bidin Herêma Kurdistanê û amadebûna xwe jî nişan dan k udi krîza aborî de hevkariya Kurdistanê bikin.
Hêjayê gotinê ye her div ê civînê de Rêveberê Banka Cîhanî bo Iraqê Serok Barzanî ji hewldanên Banka Cîhanî bo alîkarîkirina Herêma Kurdistanê û Iraqê agahdar kir.