Parêzbendiya parlamenteran çawa û çima tê rakirin?
Mijara Tirkiyê ya sereke rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê ye. Fezlekeya 5 parlamenterên HDPê radestî serokwezîrtiyê hat kirin. Ji niha û şunde jî dê parlamento çi biryarê bide nediyar e.
K24 - Enqere
Mijara Tirkiyê ya sereke rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê ye. Fezlekeya 5 parlamenterên HDPê radestî serokwezîrtiyê hat kirin. Ji niha û şunde jî dê parlamento çi biryarê bide nediyar e.
Li Tirkiyê di rojeva siyaseta nevxweyî de parêzbendiyên HDPiyan cihekî berfireh girt. Daxuyaniyên ji aliyê hikûmetê ve hatin mijar aloztir kir û egera rakirina parêzbendiya HDPiyan xurttir bû. Mijar di nav parlamentoyê de jî bû yekem rojev û herwiha tê çaverekirin di nava vê hefteyê de bi awayekî fermî ev mijar were gotubêj kirin
Ji ber germbûna vê mijarê ya di siyasetê de me jî di çarçoveya yaseyên Tirkiyê de rê û rêbazên rakirina parêzbendiyan vekoland.
Hiqûqnas Abdullah Koç dibeje ku li gor yaseyên Tikriyê proseya rakirina parêzbendiyan wiha dimeşe; “Pêşî dozger lêpirsînê dide dest pê kirin û paşê ji bo ku lêpirsina xwe berfireh bike daxwaza rakirina parêzbendiyan ji serokwezîrtiyê û wezareta dadê dike. Wezaret fezlekeyan dişîne parlamentoyê û li parlamentoyê komîsyonek ji bo vê yekê tê avakirin û eger komîsyon erê bike hingê mijar diçe pêşiya lijneya giştî û ji dengdayîna li parlamentoyê û encam diyar dibe.”
Di nav vê hatûçûyê de parlamenterê ku derheqê wî de daxwaza rakirina parêzbendiyê hatiye kirin dikare hem bo biryara komîsyonê hem jî bo biryara lijneya giştî îtiraz bike û mafê xwe li dadgeha mezin biparêze. Lê li gor tempoya dadgehên Tirkiyê tevahiya proseyê herî kêm salekê dewam dike.
Ji aliyê din ve rakirina parêzbendiyên HDPiyan bi awayekî xurt di nav niqaşên siyasî de jî cih digire. Li ser mijarê îdiayên ku fezleke siyasî ne derdikevin pêş, di siyaseta Tirkiyê de parêzbendî ji bo kijan rewşan û çi sedeman tê rakirin, yan jî di dema borî de mînakên wê çi ne?
Siyasetzan Faruk Alp Kaya ji Kurdistan24ê re mijar wiha nirxand: “Eisntein gotinek xwe heye; “eger tu heman tiştî du caran bikî û encameke cuda hêvî bikî tu ehmeq î” niha rewş jî dişibe vê yekê. Di salên 90an de heman tişt hate kirin Leyla Zana û hevalên wê ji erkên xwe hatin dûrxistin û hatin darizandin. Çi bû? Tevgera Kurdî bihêz bû lê yên ew cezakirin xilas bûn. Ak Parti jî heman tiştî dike, bi aweyekî politik li meseleye dinere û encamên ew bidest dixin jî baş nabin.”
Eger parêzbendiyên parlamenterên HDPiyan bên rakirin, piştî proseya darizandinê rêya betalkirina parlamenteriya wan jî vedibe. Di egerek wisa de jî li herêmên wan parlamenteran hilbijartinek navber mûmkin dibe û di encama hilbijartinan de jî şûna wan parlamenteran heman hejmar tê dabînkirin.
