NATO çavdêriya di deryaya Egeyê de dike

Bo kontrolkirina krîza penaberan, NATO dest bi opersyonên çavdêriyê di deryaya Egeyê de dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bo kontrolkirina krîza penaberan, NATO dest bi opersyonên çavdêriyê di deryaya Egeyê de dike.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di konfiranseke rojnamevanî de ligel Serokwezîr Tirkiyê, Ahmet Davutoglu ragihand ku, bo rêgirî li hember krîza penaberan, keştiyên NATOyê wê îro di deryaya Egeyê de dest bi tevgera xwe bikin.

Herwiha Stoltenberg amaje kir, wan biryar da ku dawiya hefteyê ji bo çareserkirina krîza penaberan, dê hewlên xwe di deryaya Egeyê de zêde bikin, bo rêgirtin li hember qaçaxçitiya mirovan.

Berlîn, Asîna û Enqereyê, bi fermî ji hevparên xwe yên NATOyê xwastibûn ku, mîkanîzmekê bo çavdêriyê tevgera qaçaxiyê di deryaya Egeyê de bikin.

Heger operesyona çavdêriyê dest pê kir, ev yek dibe yekemîn operesyonên çavdêriya NATOyê ji destêwedana rasterast ji krîza penaberan re, ji sala 1945 de.

Li gor amarên Komisyona Karûbarên Penaberan ya NY, ku bêhtirî milyonek penaber di sala 2015an de, ji ber şerê li Sûriyê û deverine din, bi riyên qaçax di deryaya Egeyê re gihêştine Ewropayê.