Rûsya dilfînan bo karê şer amade dike
Artêşa Rûsyayê ragihand ku, ew bi niyaz in 5 dilfînên taybet bo karên leşkerî bikirin, bo parastina keştiyên şer yên Rûsî di deryaya Reş li Girava Qirmê de.

K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Rûsyayê ragihand ku, ew bi niyaz in 5 dilfînên taybet bo karên leşkerî bikirin, bo parastina keştiyên şer yên Rûsî di deryaya Reş li Girava Qirmê de.
Atrêşa Rûsyayê bo parastina keştiyên xwe yên leşkerî di deryaya Reş li Girava Qirmê, dixwaze 5 dilfînan bi buhaya 224 hezar Euro bikire.
Efserekê xaneşîn di Artêşa Rûsyayê de Vîktor Baranîts, ku di serdema “Şerê sar” de perwerdekirina dilfînan dikir, diyar kir ku, Amerîkam di salên 60î ji sedsala borî, berî hilweşandina Yekîtiya Sovêtê dilfîn bikar dianîn. Herwiha ev dilfîn dikarin bi mayîn û torbîdan bihesin.
Rûsyayê di Adara 2014an de, Girava Qirmê piştî referandûmekê bi ser xwe ve xist, lê Okranya û welatên Rojava ev yek şermezar kirin, Rûsya jî dê van dilfînan bo parastina keştiyên xwe yên leşkerî bikar bîne.
Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyêtê, dilfînîn wê bo Îranê hatin firotan, niha jî Rûsya careke din dê dilfînan bikire.