"Divê Kurd xwe ji guhertinên mezin re amade bikin"

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî ragihand ku ji ber nakokî û milmilaneya nav aliyên siyasî, hindik maye paşeroja xelkê bibe qurbanî.

K24 – Hewlêr

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî ragihand ku ji ber nakokî û milmilaneya nav aliyên siyasî, hindik maye paşeroja xelkê bibe qurbanî.

Kosret Resûl, bi helkefta salvegera raperîna Hewlêrê peyamek belav kir û got: "Divê gelê Kurd xwe ji guhertinên mezin re amade bike, lê mixabin milmilaneya navxweyî, şerkirina li ser post û îmtiyazên partiyetî hindik maye paşeroja gelê me bibe qurbanî û di dawî de jî dîrok rehmê li kesî nake."

Kosret Resûl Elî daxwaz kir hewl bên dayîn di zûtirîn dem de rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê were normal kirin û wiha axifî: "Divê çareseriyeke siyasî û yasayî ji pirsgirêkan re bê dîtin, ji ber gelê Kurd û paşeroja Kurdan ji berjewendiyên şexsî û hizbî mezintir e."

Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî di peyama xwe de wiha dibêje: "Divê îro bi hema ruhiyeta wê demê hemû aliyên siyasî li ser maseya gotûbêjê kom bibin berjewendiya bilind a gelê Kurd bixin pêşiya hemû berjewendiyan û çareseriyeke pêwist ji krîzan re were dîtin."

Fly Erbil Advertisment