Kurdên Rojava Serhildana Qamişlo li Hewlêrê bibîr tînin

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û hejmarek ji xort û keçên Rojavayê Kurdistanê, li pêş Parka Şander ya Hewlêrê, bi boneya salvegera Serhildana Qamilo di 2004an de, çalakiyek vêxistina mûman birêve birin û şehîdên wê serhildanê bibîr anîn.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/7f2032c4-c5fd-4206-b81e-2c3fd0153b69/xopishandan.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û hejmarek ji xort û keçên Rojavayê Kurdistanê, li pêş Parka Şander ya Hewlêrê, bi boneya salvegera Serhildana Qamilo di 2004an de, çalakiyek vêxistina mûman birêve birin û şehîdên wê serhildanê bibîr anîn.

Di 12 Adara 2004an de, piştî camewerên tîma Fitiwê ya bajarê Dêrezorê di lîsikgeha Qamişlo de, bi kevir û çovikan êrîşî camewerên Kurd yên tîma Cihadê ya bajarê Qamişlo kirin. Hêzên ewlehiya rêjîma Sûriyê jî camewerên Kurd gulebaran kirin. Serhildana Qamişlo ji bajarê Qamişlo li tevahiya gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê dest pê kir.

Di lîstigeha Qamişlo de, 3 zarok Kurd li ser destê hêzên ewlehiyê şehîd bûbûn, piştre jî li tevahiya Rojavayê Kurdistanê û bajarên Heleb û Şamê gelê Kurd derketin xwepêşandan.

Di encama xwepêşandanan, de bêhtir 40 ciwanên Kurd li ser destên hêzên ewlehiyên şehîd bûn, dora 550 kesên din birîndar bûn, herwiha nêzîka 7 hezar Kurd jî hatin binçavkirin.

   

 

Fly Erbil Advertisment