PDK: Posta serokatiya parlementoyê nadin Tevgera Goranê

Endamekî Polîtboriya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) radigihîne, careke din wê şaşbûnê nakin, ku posta Serokatiya Parlementoyê nadin Tevgera Goranê.

K24 – Hewlêr

Endamekî Polîtboriya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) radigihîne, careke din wê şaşbûnê nakin, ku posta Serokatiya Parlementoyê nadin Tevgera Goranê.

Endamê Polîtboriya PDKê Mehmûd Mihemed ji K24ê re ragihand ku, Parlemento bûye beşek ji pirsgirêkan û hata niha Tevgera Goranê xwe opozîsyon dibîne.

Derbarê guftûgkirina li ser posta palementoyê bo aliyekî din, Mihemed aşkere kir, ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) wê pirsê guftûgo dikin, lê heta niha ti encam derneketine.

Mihemed got: “Ew biraderên Goranê xwe nîşan didin, ku heta niha xwe wek opozîsyon dibînin, nikar in wek birêvebir beşdar bibin. Tiştê berê bûyî ezmûnekî nexweş bû, me dît ku çawa parlementoyê nikarî çavdêrî bikira.”

Di dawiyê de Mihemed got: “Careke din em wê şaşbûnê dubare nakin.”

 

Fly Erbil Advertisment