Ebo Umer El-Çîçanî di rewşa mirinê de ye
Abo Umer El-Çîçanî, mezintirîn serkirde û berpirsên leşkerî yê DAIŞê ye, weke Wezîrê Şer jî yê wê rêxistinê dihat naskirin.

K24-Navenda Nûçeyan
Serkirdeyê DAIŞê û Wezîrê wê yê şer Ebo Umer El-Çîçanî piştî ku di encama operasyonekî Hevpeymaniya Navdewletî li bajarokê Şedadê birîndar bûbû, kete di rewşa mirina kilînîkî de.
Derbarê rewşa serkirdeyê DAIŞê Rêveberê Rewngeha Sûrî ya Mafê Mirovan Ramî Ebdulrehman daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kirk u, hinasa Ebo Umer El-Çîçanî pir zehmetbûye û ew ketiye di rewşa mirina kilînîkî de.
Berî niha berpirsekî Amerîkî ji Reutersê re ragehandibû ku, El-Çîçanî di operasyonekî de li bajarê Şedadê hatiye kuştin, lê Rewangehê ew nûçe redkir û got ku, ew serkirdeyê DAIŞê birîndarbûye.
Abo Umer El-Çîçanî, mezintirîn serkirde û berpirsên leşkerî yê DAIŞê ye, weke Wezîrê Şer jî yê wê rêxistinê dihat naskirin.