Hevserokên HDPê yên Manîsayê hatin desteserkirin
Li bajarê Manîsayê yê Tirkiyê, polîsan bi ser avahiya bajêr a HDPê de girtin. Hevserokên bajarê Manîsayê yên HDPê Hatîce Aslan û Saît Ayci hatin desteserkirin.
 
                        Stenbol
Li bajarê Manîsayê yê Tirkiyê, polîsan bi ser avahiya bajêr a HDPê de girtin. Hevserokên bajarê Manîsayê yên HDPê Hatîce Aslan û Saît Ayci hatin desteserkirin.
Li Rojavayê Tirkiyê bajarê Manîsayê hêzên ewlekariyê serê sibehê li gel avahiya Partiya Demokratîk a Gelan li 14 xanî û kargehan dest bi operasyonê kirin.
Hevserokên HDPê yên Manîsayê Hatîce Aslan û Saît Ayci jî tê de 10 kes hatin desteserkirin. Dema operasyonê dest danîn ser gelek belge û dokumenteran jî.
Berê niha jî li Manîsa û navçeyên wê di operasyonên li dijî endamên Partiya Karkerên Kurdistanê de 32 kes hatibûn desteserkirin, jê 13 kes hatibûn girtin.
