Amerîka: Em li dijî ragehandina herêma Rojava û Bakurê Sûriyê ne

Duh, bi armanca lihevkirina sîstema Rêvebirina Rojava û Bakurê Sûriyê, li bajarokê Rimêlan 200 nûnerên pêkhateyan û Rêveberiya Kantonan, herwiha nûnerê YPGê, YPJê, HSD û çendîn kesayetiyên siyasî civiyan.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Deve ya Amerîkayê ragehand ku, ew di demê niha de,  li dijî ragehandina herêmekî Kurdê li Bakurê Sûriyê ji ne.

Derbarê vê mijarê Berdevê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner di daxuyaniyekê de tekez kirk u, welatê wî di demê niha ligel ragehandina herêmekî fedral li Rojava û Bakurê Rûsiyê ne, da zanîn ku, ew ne li dijî fedraliyê ne eger bijardeya gelê Sûriyê be, di çarçoveya çareserkirina wî welatî.

Ji aliyê xwe ve jî her yek ji Opozîsyona Sûriyê û rejîma wî welatî di du daxuyaniyên cuda de nerazîbûna xwe ji ragehandina wê navçeyê anîn ziman.

Duh, bi armanca lihevkirina sîstema Rêvebirina Rojava û Bakurê Sûriyê, li bajarokê Rimêlan 200 nûnerên pêkhateyan û Rêveberiya Kantonan, herwiha nûnerê YPGê, YPJê, HSD û çendîn kesayetiyên siyasî civiyan.

Fly Erbil Advertisment