Desteya Damêzrêner ya Herêma Rojava û Bakurê Sûriyê tê hilbijartin

Civîna Damezrandina sîstema ferderalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê li bajarokê Rimêlanê, Desteya Damêzrêner ya Herêma Rojava û Bakurê Sûriyê tê hilbijartin.

K24 – Qamişlo

Di civîna damezrandina sîstema nû ya Rojava û Bakurê Sûriyê li bajarokê Rimêlanê, Desteya Damêzrêner ya Herêma Rojava û Bakurê Sûriyê tê hilbijartin.

Hat ragihandin, ku sîstema hevserokatiyê bo projeya sîstema nû ya Rojava û Bakurê Sûriyê hat erêkirin, her yek ji Hedeiye Yosif (ji pêkhateya Kurd) û Mensûr el-Selûm (ji pêkhateya Erebî) wek hevserokên herêma nû hatin hilbijartin.

Hevserokê Herêma Rojava û Bakurê Sûriyê, Mensûr el-Selûm, ji K24ê re ragihand û got: “Em ti biryaran ji ti kesî wernagirin, em xwediyê mafê ne û biryara me bi dest me ye û ji gelê me derhatiye. Tirkiye, Qeter û Siudiyê ne nûnerên me ne, herwiha ew sedemên karesata bi ser vî welatî de hatiye.”

Hat ragihand ku, Desteya Damêzrêner, ji 31 kesan pêk were, dê 15 ji Kurdan bin, 16 jî ji pêkhateyên din wek Erebî, Tirkmen, Aşûrî, Ermen û Çîçan bin.

Bi armanca lihevkirina sîstema rêveberiya deverên Rojava û Bakurê Sûriyê, duh, bi beşdarbûna 200 nûnerên her sê Kantonên Rojava, Cizîr, Efrîn û Kobanê, herwiha nûnerên HSD, YPG,YPj, rêxistinên siyasî civiya bûn.

Civîna damezrandina sîstema rêveberina Herêma Rojava û Bakurê Kurdistanê li bajarokê Rimêlan bi dawî hat, di encam de belgeya sîstema Yekgirtina Demokratîk li Rojava û Bakurê Sûriyê hate ragehandin. îro jî Desteya Desteya Damêzrêner tê hilbijartin.

 

 

 

Fly Erbil Advertisment