Taxa Rezanê bi tang û otombîlên leşkerî dorpêçkirî ye
Li Bakurê Kurdistanê, qedexe û şer û alozî berfirehtir dibin. Li Sûr a navçeya Diyarbekirê, şer xilas bû, lê qedexe di roja 105 de jî didome. Li Gever a navçeya Colemêrgê û Nisêybîna navçeya Mêrdînê 4 roj in, li Şirnexê jî 3 roj in ku qedexe û şer û alozî destpê kirine. Li taxa Kaynartepeya bi ser navçeya Rezan ya ser bi Diyarbekire ve jî 3 roj in ku qedexe û şer û pevçûn destpê kiriye.

K24 – Diyarbekir
Li Bakurê Kurdistanê, qedexe û şer û alozî berfirehtir dibin.
Li Sûr a navçeya Diyarbekirê, şer xilas bû, lê qedexe di roja 105 de jî didome. Li Gever a navçeya Colemêrgê û Nisêybîna navçeya Mêrdînê 4 roj in, li Şirnexê jî 3 roj in ku qedexe û şer û alozî destpê kirine. Li taxa Kaynartepeya bi ser navçeya Rezan ya ser bi Diyarbekire ve jî 3 roj in ku qedexe û şer û pevçûn destpê kiriye.
Li Kayanartepeyê di roja 3. de, li gel bi dehan otombîlên zirxpoşkirî, leşker û paletên zirxpoşî jî hatin veguhastin û amadekariya operasyoneke dijwar tê kirin.
Di 14ê Adarê de, li taxa Kaynartepeya Diyarbekirê polîs di serdema ku amadekariya operasyonê dikir de, bi êrîşek re rûbirû ma û di encamê de jî polîsek hatibû kuştin. Parêzgariya Diyarbekirê jî li taxê heta, agahdariyeke din qedexe ragihandibû.