Hevdîtina K24ê digel DAIŞê Amerîkî di medyayên cîhanî de
Mihemed Cemalî welatiyekî Amerîkî ji regezê Filestînî ye, roja 14ê Adarê li mihwerê başûrê rojavayê Şingalê ji aliyê hêza Pêşmergeyên Kurdistanê vet ê girtin. Medyayên cîhanê jî bi girîngî behsa wê desteserkirinê dikin.

K24 – Hewlêr
Mihemed Cemalî welatiyekî Amerîkî ji regezê Filestînî ye, roja 14ê Adarê li mihwerê başûrê rojavayê Şingalê ji aliyê hêza Pêşmergeyên Kurdistanê vet ê girtin. Medyayên cîhanê jî bi girîngî behsa wê desteserkirinê dikin.
Encûmena Asayişa di daxuyaniyekl de desteserkirina wê welatiyî Amarîkî piştrast kir. K24 bo agahdarbûn li çawaniya gihêştina wê kesî ji sînorê DAIŞê û jiyankirina di bin desthilata wê rêxistinê û desteserkirina wî ji aliyê hêza Pêşmerge ve, wek yekem kenala Kurdistan û cîhanê dîmenên wê ragihand.
Mihemed Cemal yê temen 26 salî, welatiyekî Amerîkî ji regezê Filestînî ye, di riya keçekê ku hevala wî ye, berve DAIŞê koç dikin. Cemalî çêroka koçkirin û çawaniya gihêştina DAIŞê ji K24ê re axivî.
Wek Cemalî dibêje, li Amerîka pabendî waneyên ola Îslamê bûye, di riya medya û torên civakî heza çekdarên DAIŞê dikeve dilê wî, her di wê riyê re jî keçeke Iraqî nas dike û ji hez dike. Bo gihêştina wê keçê berve Ewropa bar dike, piştre jî digihe Sûriyê ku dunayekî cuda dibîne – wek ew dibêje – lê bo gihêştina wê keçê rêwîtiya xwe berdewam dike.
Cemalî piştre ligel hejmare ji çekdarê DAIŞê berve Mûsilê birê dikeve,demekê li Mûsilê xwendina olî dike. Lê Cemalî bêzar dibe û dixwaze bi çi awayî be, ji wê jiyanê rizgar bibe, lewre hewla çûna berve Tirkiyê dike.Cemalî li ser sînor xwe radestî hêza Pêşmerge dike.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de aşkere dike, ligel berpirsên Amerîkî rewşa Mihemed Cemalî guftûgo dikin û li gor yasayên navdewletî lêkolînê ligel wî dikin.
Niha jî Cemalî ji aliyên pêwendîdar yên ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê tê parastin.
Peyamnêrê K24ê serdana mala Mihemed Cemalî li Amerîkayê kir, mirovên wî razî nabin bo ragihandinê baxivin, lê bavê Mihemed Cemalî dibêje, heger rapora kurê wî li K24ê were belavkirin, ew amade ne di riya kanalê re derbarê Mihemed Cemalî baxivin.