Ehmed Silêman: Em li dijî standina biryarên yek alî ne
Di 17ê vê mehê de, bi armanca rêveberiya deverên Rojava û Bakurê Sûriyê sîstema Federalîzma Demokratîk, bo Rojava û Bakurê Sûriyê hate ragihandin.

K24-Navenda Nûçeyan
Partiya Demokrata pêşverû ya Kurd li sûriyê(P.D.P.K.S) ragehand ku, ew ne li dijî sêstema fedraliyê ne, lê nabe aliyeke siyasî bi tena serê xwe û bêyî beşdarbûna hemû aliyên siyasî yên Kurd, herwiha bêyî lihevkirineke niştimanî biryarê bistîne.
Derbarê vê mijarê de Partiya Demokara pêşverû ya Kurd li sûriyê(P.D.P.K.S) daxuyaniyek belav kir, tê de rexne li aliyên ku fedraliya Rojava û Bakurê Sûriyê ragehandî kir. Da zanîn ku, ew ne li dijî sîstema fedraliyê ne, lê ew lidijî standina biryarên yakalî ne.
Ji aliyê xwe ve Endamê Polîtbîroya Partiya Demokara pêşverû ya Kurd li sûriyê(P.D.P.K.S) Ehmed Silêman ji Ku24ê re wiha got: "lê nabe aliyeke siyasî bi tena serê xwe û bêyî beşdarbûna hemû aliyên siyasî yên Kurd, herwiha bêyî lihevkirineke niştimanî biryarê bistîne."
Di 17ê vê mehê de, bi armanca rêveberiya deverên Rojava û Bakurê Sûriyê, bi beşdarbûna 200 nûnerên her sê Kantonên Rojava, Cizîr, Efrîn û Kobanê, herwiha nûnerên HSD, YPG, YPj, rêxistinên siyasî li bajarokê Rimêlanê civiya bû, sîstema Federalîzma Demokratîk, bo Rojava û Bakurê Sûriyê hate ragihandin.