Partiyên Bakur piştgiriya fedraliya Rojavayê Kurdistanî kirin

Li çar parçeyên Kurdistanê bi milyonan Kurd hene ku, doza mafê xwe yê azadî û serxwebûnê dike. Niha li Başûr serxwebûn gelekî nêzik bûye û li Rojavaya jî pêngaveke giring bi vê yekê hat avêtin

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/3108f86d-c099-41b7-bb8e-6363b8bf5d99/FederalizmaRojavayePartiyenKurd.ism/manifest

K24-Diyarbekir

Di hefteya borî de li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Rîmêlan, di konferanseke rojnemavanî de federasyon hat ragihandin.

Ragihandina Federalîzmê li tevahiya cihanê deng veda û dewletên mezin yên xwedî hêz jî bi helwestên cuda biryara Kurdên Rojavayê Kurdistanê nirxandin. 

Herwiha Partiyên Bakûrê Kurdistanê jî biryar bi erênî nirxandin û dan zanîn ku liher parçeyekî Kurdistanê Kurd xwedî ew mafe ku, di diyarkirina çarenûsa xwe de xwedî biryar bin.

Derbarê vê mijarê Alîkarê Serokê Ospê Yê Giştî Ali  Gokkaya wiha ji K24ê re got:"Em gelekî erênî dibînin, em piştevaniya vê yekê dikin. WekÎ em piştevaniya serxwebûna Başurê dikin, federasyona li Rojava jî bo me gelekî giring e. Tenê xaleke giring heye, divê em wek Kurd bibin yek ku em serkeftî bibin. Dervehiştina ENKSê kemasiyeke."

HAK-PAR helwesta xwewekî ya ENKSê binav dike û bal dikişîne li ser wê yekê ku, mercamezinbûna wê federasyonê ku bigihe qonaxa Başûr,bi tenê razîkirina tevgerên Kurdan e û tevgerek hevpar e.

Dervarê vê yekê jî CigîrêSerokêGiştîyê Hak-Parê Hasan Şeşeogullar ji K24ê re wiha axifî:"Pirrgiring e, pirr baş e em baş dibînin lê em kêmdibînin. Kêmasî çi ye? Kêmasî navê wê ye. Madem federasyon ya Kurdan e, pêwiste nave Kurd an Kurdistandin têde derbas bibe"

Partiya Demokratîk ya Gelan jî federasyonê erênî dibîne û amaje bivê yekê dike ku Federasyona Rojava li navçeyê nimuneya sekulerîzm û enternasyonalîzmê ye.

Derbarê vê babetê Parlamenterê HDPê Sezaî Temelli ji K24ê re wiha nerîna xwe anî ziman: "Wekî tê zanîn ya em ji Tirkiyê hêvî dikin pergala xweseriyê ye. Li Rojava jî bingeha xweseriya demokratîk hat danîn. Em gelek bi erênî pêşwazî dikin. Dive hemû cihan giringiya wê federalîzmê bizane"

Li çar parçeyên Kurdistanê bi 10milyonan Kurd hene ku, doza mafê xwe yê azadî û serxwebûnê dike. Niha li Başûr serxwebûn gelekî nêzik bûye û li Rojavaya jî pêngaveke giring bi vê yekê hat avêtin, li parçeyên din ji hêviya vê yekê heye ku, rê li ber azadiya wan vebibe.

Fly Erbil Advertisment