Kerry: Agrbestê rê li pêşiya alîkariyên mirovî li Sûriyê vekir
Bi armanca pêşketina danûstandinên Cenêvê û gotûbêjkirina çarenûsa Esed Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry serdana Moskoyê kirbû.
K24-Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragehand ku, agrbesta li Sûriyê rê li pêşiya gihandina alîkariyên mirovî bo navçeyên dorpêçkirî li Sûriyê vekir, da zanîn ku, rêjeya tûndûtîjiyê ji sedî(85-90) li wî welatî kêmbûye.
Îro, Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry li Moskoyê hevdîtinên xwe ligel hevpostê xwe Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergy Lavrov pêkanîn, di civînê de wiha got:"Agirbesta li Sûriyê rê li pêşiya proseya gihandina alîkariyên mirovî bo navçeyên dorpêçkirî vekir, rêjeya tûnûtîjiyî li wî welatî jî ji sedî(85-90)kîmbûye."
Kerry da zanîn ku, tevî pirsgirêkên di navbera wan û Rûsyayê de, lê her du aliyan derbarê pirsên giring hevkariya hev kirin, taybet di van salên dawî yê de.
Derbarê teqînên ku li Belcîkayê rûdabûn, Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry diyar kir ku, encamdana wan teqînan pêwîstiya rêgiriyê li pêşiya wan kiryarên ku ji aliyê DAIŞê ve têne pêkanîn nîşandide.
Bi armanca pêşketina danûstandinên Cenêvê û gotûbêjkirina çarenûsa Esed Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry serdana Moskoyê kirbû.