Hevseroka Kantona Cizîrê xwe ji kar kişand

Di 17ê vê mehê de, fedralîzma Rojava û Bakurê Sûriyê ji aliyê TEV-DEM û alîgirên wê ve hat ragehandin.

K24-Amûdê

Encûmena Zagonsaza Kantona cizîrê daxwaznameya dest ji karkişandina Hevseroka Kantona cizîrê Hedya Yûsif qebûl kir.

Encûmena Yasadananê ya Kantona Cizîrê civîneke awarte li navenda bajarê Amûdê li darxist, di civînê de, daxwaznameya dest ji karkişandina Hevseroka Kantona cizîrê Hedya Yûsif li gor madeya 54 a hevpeymaniya civakî hate qebûl kirin.

Hedya Yûsif niha Hevseroka Encûmena Damezrandina sîstema Fedraliya Rojava û Bakurê Sûriyê ye, daku cihê xwe di Encûmena navborî de bigre, xwe ji hevserkatiya kantonê vekişan.

Ji aliyeke din ve, Hevserokatiya Kantona Cizîrê daxwaznameya Ekrem Hiso ji Serokatiya Encûmena Cîbecîkar a Kanona Cizîrê qebûl kir û karê Encûmena Cîbecîkar a Kanona Cizîrê radestî Ebdulkerîm Saroxan kir.

Di 17ê vê mehê de, fedralîzma Rojava û Bakurê Sûriyê ji aliyê TEV-DEM û alîgirên wê ve hat ragehandin.

Fly Erbil Advertisment