Di teqîna Diyarbekirê de 3ê kes hatin kuştin

Li gor çavkaniyên nêzîkî Tirkiyê ew teqîn ji aliyê PKKê ve hatiye pêkanîn, lê heta niha kesekî berpirsyaretiya xwe derbarê wê teqînê bi awayeke fermî ranegehandiye.

K24-Diyarbekir

Şevê din teqînek li ser rêya bajarê Bîngol yê Serhedê û Diyarbekrê li Bakurê Kurdistanê çêbû, di encam de 3ê leşkerên Tirk canê xwe ji destan, herî kêm 15 kesên din jî birîndarbûn.

Peyamnên K24ê li Diyarbekrê Hesen Kako tekez kir ku, teqîn di ser rêya sereke ya Diyarbekir û Bîngolê de rûdabû, teqîn bi rêya otombîleke bombirêjkirî bû ew otomîl ber bi bingeheke leşkerî bi navê "Mermer" ve diçe û dema dighe ew otomîl diteqe, piştî wê jî şer û peşvçûn di navbera her du aliyan de derdikeve, di encam de 3ê kes cane xwe ji destdan û 15 kes birîndarbûn, ji wan 7 kes birîna wan girane.

Peyamnêrê K24ê da zanîn ku, piştî bûyerê hêzên Tirkiyê ew navçe dorpîçkir û birînda veguhezin nexweşxaneya Diyarbekr a leşkerî.

 Li gor çavkaniyên nêzîkî Tirkiyê ew teqîn ji aliyê PKKê ve hatiye pêkanîn, lê heta niha kesekî berpirsyaretiya xwe derbarê wê teqînê bi awayeke fermî ranegehandiye.

Fly Erbil Advertisment