Egitim-Sen: “Wezareta perwerdehiyê der destûrî tevdigere”
Sendîqaya Kedkarên Perwerdehiyê Egitim-Sen, îro li seranserê Tirkiyeyê, li ber Rêvebiriyên perwerdehiyê xwepêşandan lidar xistin û ragihandin ku li Tirkiyeyê, bi aşkereyî mafên wan yên rêxistinbûnê û rêxistinî tê binpê kirin û destûr jî tune tên dîtin.

K24 – Diyarbekir
Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê Egitim-Sen, îro li seranserê Tirkiyeyê, li ber Rêvebiriyên perwerdehiyê xwepêşandan lidar xistin û ragihandin ku li Tirkiyeyê, bi aşkereyî mafên wan yên rêxistinbûnê û rêxistinî tê binpê kirin û destûr jî tune tên dîtin.
Li Diyarbekirê jî Serokê Egitim-Sen a Diyarbekirê Îkram Atabay dazanîn ku, ew mamosteyên ku bi biryara sendîqayê dev ji kar berdane, daxwaza aştiyê kirine û beşdarî xwepêşandanan bûne, bi opêkutî, surgun û muameleyên xirab re rûbirû mane. Atabay diyar kir ku,wan li wan neheqiyan bi hezaran car doz vekiriye û di wan dozan de mafdar derketine. Lê reyadarên dewletê û hikûmetê jî sûc û tawanên xwe didomînin.
Serokê 1-emin Sendiqaya Egitim-Senê Îkram Atabay, anî ziman ku Rêvebiriya Perwerdehiyê divê dev ji pêkanîna tawanên der destûrî berde û dê ewê jî têkoşîna xwe bidomînin û çevdêrê wan hewkarên xwe yên ku bi zextan re rûberû dimîninbin.
