Zana: Sûnda xwe dubare nakim

Hikûmeta Tirkiyê, şêwirmend, sekreter û karmendekî Leyla Zana ji erkê dûr xistin. Sûnda parlamenterî ya Leyla Zana hatibû betalkirin û Zana biryar dabû ku sûndê dubare neke.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê, şêwirmend, sekreter û karmendekî  Leyla Zana ji erkê dûr xistin. Sûnda parlamenterî ya Leyla Zana hatibû betalkirin û Zana biryar dabû ku sûndê dubare neke.

Palamentera Agirî Leyla Zana, ji ber betalikirina sûndê, ji 1'ê Cotmehê ve nedikarî beşdarî karên Parlamentoya Tirkiyê bike.

Bo beşdarkirina erkên parlamenteriyê ji Zana hatibû xwestin sûnda xwe dubare bike. Lê Zana destnîşan kiribû, di sûnda wê de ti kêmasî nabûne û ji ber vê dubare neke.

Parlamentera HDP'ê Leyla Zana, piştî ku ji bajarê Agirî wek parlamenter hat hilbijartin, di sûnda xwe ya Parlamentoyê de, şûna ku bêje "Soz didim gelê Tirk" gotibû "Soz didim gelên Tirkiyê".

Serokê Parlamentoyê yê demkî Denîz Baykal sûndaxwarina Zana betal kir û jê xwest sûnda xwe dubare bike.

Her çiqas parlamentertiya Zana nehatiye betalkirin jî, ew nikare beşdarî erkên parlamenteriyê bibe û herwiha mûçeyê parlamenteriyê jî wernagre.

 

Fly Erbil Advertisment