Demîrtaş: Eger vîze rabe wê Kurd koçî Ewropa bibin

Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş diyar kir ku eger vîzeya di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewrûpayê de bê rakirin, wê Kurd koçî Ewrûpa bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş diyar kir ku eger vîzeya di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewrûpayê de bê rakirin, wê Kurd koçî Ewrûpa bibin.

Selahedîn Demîrtaş ji Ajansa Nûçeyan ya Elmanya (DBA) re axivî. Demîrtaş anî ziman ku di dema vîzeya di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewrûpa de bê rakirin, Kurd wê penaberî welatên Ewrûpa bibin.

Demîrtaş destnîşan kir, ku divê ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê, Yekîtiya Ewrûpa zextê li Tirkiyê bike ku ligel PKKê li ser mêzeyê guftûgoyan rûne.

Hevserokê HDP'ê Demîrtaş ragihand ku eger şer û pevçûn berfireh bibin, ne tenê Kurd, Tirk jî wê koçberî welatên Ewrûpa bibin.

 

Fly Erbil Advertisment