Li Diyarbekirê binkeya tendirustî ya Rezanê hat hilweşandin

Li navçeya Rezan ya Diyarbekirê, piştî operasyon û rakirina qedexeya derketina derve, bi fermana parêzgariyê binkeya tendirustî ya navçeyê hat hilweşandin û şûna wê navendeka polîsan dê were avakirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Rezan ya Diyarbekirê, piştî operasyon û rakirina qedexeya derketina derve, bi fermana parêzgariyê binkeya tendirustî ya navçeyê hat hilweşandin û şûna wê navendeka polîsan dê were avakirin.

Binkeya tendirustiyê ku xizmetguzarî dida piraniya xelkê navçeya Rezanê, bi makîneyên Saziya Karûbarên Avê yên Dewletê (DSÎ) hat hilweşandin. Di nav demeke kurt de ji binkeyê tu kevirek nehate hîştin û meydanekê fireh derket holê.

Hate zanîn ku şûna binkeyê dê navendeka polîsan bê avakirin û roja duşemê wê dest bi çêkirina avahî bê kirin. Niha li navçeyê Birêveberiya Ewlekarî û navendeke polîsan heye.

Binkeya tendirustî ya Rezanê, ji kevintirîn binkeyên tendirustî yên Diyarbekirê bû.

Roja 15'ê Adarê parêzgariya Diyarbekirê li navçeyê qedexeya derketina derve ragehand û bi rojan pevçûnan berdewam kir. Qedexe di 21'ê Adarê de hatibû rakirin.

Hikûmeta Tirkiyê hê berê, bo bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê biryara  zêdekirina navendên polîs û baregehên serbazî girtibû.

 

Fly Erbil Advertisment