Li Nisêbînê efserekî artêşa Tirkiyê xwe kuşt
Li navçeya Nisêbînê, efserekî artêşa Tirkiyê, di nava otombêla zirxpoş de gule bereve serê xwe kir û xwe kuşt.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li navçeya Nisêbînê, efserekî artêşa Tirkiyê, di nava otombêla zirxpoş de gule bereve serê xwe kir û xwe kuşt.
Li gorî medyaya Tirkiyê, çawîşê pispor yê bi navê Hakan Ş. li navenda Nisêbîna Mêrdînê, di dema operasyonan de, xwe gihand otombêla zirxpoş û di nav otombêlê de xwe kuşt.
leşker Hakan Ş. ku ji bajarê Îzmîrê ye, hefteyek berê ji Êlihê derbasî navçeya Nisêbînê bû û li wê derê beşdarî operasyonan kir. Hat îdîakirin ku, rewşa derûniya Hakan Ş. ji ber şer û pevçûnan xerab bûbû.
Roja 13'ê Adarê li Nisêbînê qedexeya derketina derve hat ragehandin. Şer û pevçûnên navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û endamên YPS'ê de berdewam dikin. Heta niha li navçeyê bi dehan leşker û polîs di pevçûn û teqînan de canê xwe ji dest daye.