Partiyên Siyasî li Rojava belgeya De Mistura redikin
Çavdêrên Siyasî dibînin ku, belgenameya Staffan De Mistura gelek kêmasî tê de hene, taybet xalên girêdayî bi pirsa Kurd û pêkhateyên din li Sûriyê hene.

K24-Qamişlo
Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyekê de belgenameya
Staffan De Mistura Nûnerê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê reddike û dibêje ku, ew ne pabendin bi encamên danûstandinên Cinêvê, aşkere ku, taybetmendiya miletê kurd têde ne hatiye diyar kirin.
Derbarê vê mijarê Serokê partiya Aştiya Demokratîk a kurd li Sûriyê Telal Mihemed ji K24ê re wiha got:"Ev belgeyekî gelekî kême,em wekî partiyên tev demê,wekî rêveberiya xweser,vê belgeyê red dikin,herweha dan û standinên cinêvê ku em wekî encûnena sûriya demokratîk û miletê kurd wekî neteweke bingihîn têde ne beşdarin,çi biryar ji cinêvê derkeve em qebûl nakin.
Ji aliyê xwe ve Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê wekî beşek ji
Itîlafa Opozîsyona Sûriyê, tîbîniyê wan li ser naveroka belgenameya De Mistura hebûn û dibêjin ku, di belgeyê de xalên herî giring ne hatine şîrovekirin weke pirsa Kurd li sûriyê dijîn.
Derbarê vê babetê de, Serkirdeyê ENKSê Ebdulsemed Xelef Biro wiha ji K24ê re axifî: "Derbarê belgeyê ENKSê 3 name bo Itîlaf û Staffan De Mistura rêkirine, civata ENKSê jî nêzîke, emê tê de vê belgeyê gengeşebikin.
Çavdêrên Siyasî dibînin ku, belgenameya Staffan De Mistura gelek kêmasî tê de hene, taybet xalên girêdayî bi pirsa Kurd û pêkhateyên din li Sûriyê hene.