Berpirsekî PKKê li çiyayên Amanosan canê xwe ji dest da
Li çiyayê Amanosan nav bera gerîlayên PKKyê û Arteşa Tirkiyê de pevçûn derket û tê gotin berpirsekî PKKê yê Çiyayên Amanosan canê xwe ji dest daye.

K24 – Navenda Nûçeyan
Li çiyayê Amanosan nav bera gerîlayên PKKyê û Arteşa Tirkiyê de pevçûn derket û tê gotin berpirsekî PKKê yê Çiyayên Amanosan canê xwe ji dest daye.
Li bajarê Entakyayê, çiyayên Amanosan arteşa Tirkiyê ev demek e li dijî gerîlayên PKKyê operasyonên berfireh pêk tîne û car caran navbera wan de pevçûn derdikevin.
Parêzgeriya Entakyayê ragihand ku, li navçeya Belenê di enacama operasyonên hêzên ewlekariyê de berpirsê PKKyê yê çiyayên Amanosan ê bi navê Mazlum Palu hatiye kuştin.
Hefteya borî jî li heman deverê nav bera leşkerên Tirk û PKKê de pevçûn derketibû û 2 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dabûn.