Li Kobanê keçeka 12e salî bû xwedî malbat
Aljîn tevî êş û birînên xwe li ber xwe dide û wê malbatê bi rêve dibe.
K24-Kobanê
Aljîn keçeka temen 12e salî ye, ji bajarê Kobanê ye piştî şehîdbûna dê û bavê wê di komkujiya Hezîrana sala 2014an de ji aliyê çekdarên DAIŞê niçar ma ku, xwedî li her 4 xwîşk û birayekê xwe derkeve û wan xwedî bike, Alîn niha di bizehmetî debara jiyana malbata xwe dike.
Keça zarok bi dilekî xemgîn, şikestî û hesret behsa çîroka xwe û dixwaze dengê xwe bighîne hemû aliyên pêwendîdar û berpirsyar daku, çareseriyekê ji rewşa wê ya xirab re bibînin.
Aljîn tevî êş û birînên xwe li ber xwe dide û xwe û wê malbatê bi rêve dive, derbarê jiyana xwe Aljîn behsa serpêhatî û çîroka xwe ji K24ê re dike.