Li Kobanê keçeka 12e salî bû xwedî malbat

Aljîn tevî êş û birînên xwe li ber xwe dide û wê malbatê bi rêve dibe.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/d050fb6b-cca6-4589-9acd-fd363dd6d1a3/alj%C4%B1n-koban%C4%B1.ism/manifest

K24-Kobanê

Aljîn keçeka temen 12e salî ye, ji bajarê Kobanê ye piştî şehîdbûna dê û bavê wê di komkujiya Hezîrana sala 2014an de ji aliyê çekdarên DAIŞê niçar ma ku, xwedî li her 4 xwîşk û birayekê xwe derkeve û wan xwedî bike, Alîn niha di bizehmetî debara jiyana malbata xwe dike.

Keça zarok bi dilekî xemgîn, şikestî û hesret behsa çîroka xwe û dixwaze dengê xwe bighîne hemû aliyên pêwendîdar û berpirsyar daku, çareseriyekê ji rewşa wê ya xirab re bibînin.

Aljîn tevî êş û birînên xwe li ber xwe dide û xwe û wê malbatê bi rêve dive, derbarê jiyana xwe Aljîn behsa serpêhatî û çîroka xwe  ji K24ê re dike.