Li Geverê13 gerîllayên PKKê canê xwe ji dest dan
Li Bakurê Kurdistanê navçeya Geverê di encama operasyona artêşa Tirk de, 13 gerîllayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) canê xwe ji dest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Bakurê Kurdistanê navçeya Geverê di encama operasyona artêşa Tirk de, 13 gerîllayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) canê xwe ji dest dan.
Li Bakurê Kurdistanê şer û pevçûnên navbera hêzên ewlekariyê û gerîlayên PKKê de roj bi roj dijwartir dibe. Ligel şerê li kolanan, li çiyan jî artêşa Tirkiyê operasyonên xwe berfirehtir dike.
Di 10 û 11 Nîsanê de artêşa Tirkiyeyê li bajarê Colemêrgê navçeya Geverê li dijî PKKê operasyonan pêk anî. Di encama operasyona her du rojan de 13 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dan.
Herwiha malperekî nêzikê PKKyê diyar kir, ku 12 termên gerîlayên PKKê li Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê hatine veguhestin lê derbarê nasnameya wan de heta niha ti agahî nehatine belavkirin.