Li Tirkiyê 13emîn Lutkeya Rêkxistina Hevkarî ya Îslamî destpê kir
Civîna herî dawî di 6 û 7ê Sibata 2013an de li li paytexta Misirê Qahîreyê pêk hatibû.

K24-Stenbol
li Tirkiyeyê bajarê Stenbolê bi beşdarbûneka berfireh Lutkeya 13emîn a Rêkxistina Hevkarî ya birêve diçe.
Tirkiye piştî civîna G20ê ya li bajarê Antalyayê birêveçûbû hewl dide ko Lutkeya 13. a Rêkxistina Hevkarî ya Îslamê jî hilberînertir derbas bibe û ji bo vê yekê jî ji gelek welatên îslamî tevlîbûneka xurt heye.
Hat ragihandin 56 dewletên îslamî ku, di heman demê de endamê rêkxistinê ne di asta Serokdewlet û Serokwezîrtiyê de beşdarê lutkeyê dibin.
Lûtke bi rojeva xetere û pirsgirêkên ku, cîhana îslamê rûbirû maye û rê û rêbazên çareserkirina wan dicive û dê heta 2 rojan berdewam bike.
Lutkeya 13emîn a Rêkxistina Hevkarî ya Îslamê 3 salan carekî dicive. Civîna herî dawî di 6 û 7ê Sibata 2013an de li li paytexta Misirê Qahîreyê pêk hatibû.