Rakirina vîzeyê di xeterê de ye
Piştî rêkefitna di navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê de li ser penaberan, Yekîtiya Ewropayê soza rakirina vîzeyan dabû Tirkyê. Lê belê Yekîtiya Ewropayê niha ji Tirkyê dixwaze xaleke din di wê peymanê de were zêdekirin, ku çi çax bixwaze dikare cardin vîzeyan bide destipêkrin. Ji ber vê yekê jî niha eger heye ku ew peyman di navbera Tirkyê û Yekîtiya Ewropayê de bê betal kirin.

K24 – Enqere
Piştî rêkefitna di navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê de li ser penaberan, Yekîtiya Ewropayê soza rakirina vîzeyan dabû Tirkyê. Lê belê Yekîtiya Ewropayê niha ji Tirkyê dixwaze xaleke din di wê peymanê de were zêdekirin, ku çi çax bixwaze dikare cardin vîzeyan bide destipêkrin. Ji ber vê yekê jî niha eger heye ku ew peyman di navbera Tirkyê û Yekîtiya Ewropayê de bê betal kirin.
Li gorî peymana di navberaTirkiyê û Yekîtiya Ewropayê de; heger Tirkiyê hemû şertan bîne cih, Yekîtiya Ewropa, di meha Heziranê de wê bo welatiyên Tirkiyê vîzeyan rake û bi wê yekê welatiyên Tirkiyê dikarin bê vizeyê li herêmên Schengenê rewîtiyê bikin. Lê belê Yekîtiya Ewropa dixwaze xaleke din di peymanê de bi cih bike ku dema ew bixwazin cardin vîzeyan bidin destpêkirin.
Ev daxwaza Yekîtiya Ewropayê bû cihê nerazîbûna Tirkiyê. Pisporê Yekîtiya Ewropayê Doçentê Alîkar Mustafa Kutlay bal kişand li ser dijwartiya prosesa rakirina vîzeyan û ji K24ê re axivî û got: "Dawiya herêma Schengenê nediyar e. Endamên Yekîtiyê jî di nav xwe de li hev nakin. Di rewşek wisa de rakirina vîzeyan ji aliyê siyasetê ve rehet nîn e. Tirkiyê jî bi ve rewşê zane. Tirkiyê dibêje heger hûn vîzeyê ranekin, em ê peymanê betal bikin. Di ve rewşê de dê vîze ranebe û nîqaş jî zedetir bibin"
Piştî vê daxwaza Ewropa rayedarên Tirk jî dibêjin ew ên sozên xwe bi cih nekin. Herwiha Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu meha hezîranê wekî dema dawî ya rakirina vîzeyan diyar kir û got heger Yekîtiya Ewropayê di rakirina vîzeyan de kêşeyan derxe ew jî dê sozên ji aliyê xwe pêk nînin.Li aliyê din Wezîrê Derve yê Tirkiyê bal kişand li ser peymanên di navbera wan û Yekîtiyê û da zanîn ku ew dikarin peymanên xwe betal bikin ku yek ji wan peymana şûnvegerandinê ye.
Pisporê Yekîtiya Ewropayê Mehmet Ugur Ekîncî bal kişand ser şertên peymana "Şundavegerandinê" û ji K24ê re got: "Di peymana "Şundavegerandinê" de xalek wisa heye ku bi şertê ku her dualî ji berê ve jê agahdar bin, aliyek dikare ji peymanê bide sekinandin an jî ji peymanê vegere. Herwiha ji destpêkirina peymana Şûndavegerandinê ve ev nişananhene û ew bûyera dawî jî pir nû nîn e. "
Yekîtiya Ewropa wê di 5 Gulanê de derbarê Tirkiyê û bicihanîna şertên vîzeyê de raportekê ragihîne ku tê de hemû kiryarên Tirkiyê dê bi awayek hûrgulî cih bigire. Lê beriya ragihandina wê raportê Serokwezîra Elmanya Angela Merkel dê bê Tirkiyê. Li gorî pisporan eger heye kubi hatina Merkel kêşeyên di navbera aliyan de kêm bibe û dawî li nîqaşan were.
