Di êrîşeke rêjîma Sûriyê 13 kes li Domayê hatin kuştin
Artêşa Sûriyê bajarokê Domayê ya li Xoteya Şamê topbaran kir, di encamê de 13 kesan canê xwe jidest dan,

K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Sûriyê bajarokê Domayê ya li Xoteya Şamê topbaran kir, di encamê de 13 kesan canê xwe jidest dan.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan îro ragihand ku, topxaneya Artêşa Sûriyê bajarokê Domayê ya li Xoteya Şamê bombebaran kir, di encamê de 13 kesan canê xwe jidest dan.
Rewanngehê diyar kir jî, tê çaverêkirin hejmara kuştiyan zêde bibe, ji ber bêhtirî 22 kesan birîndar bûne.
Ev yek di demekê de tê, ku ajansa “Amaq” ya ser bi DAIŞê ve ragihand ku, firokeyeke artêşa Sûriyê li nêzîkî Şamê ketbû xwarê, firokvanê wê jî Ezam Îd dîl di destê DAIŞê de ye.
Ajansa “Înterfax” ya Rûsî, duh ragihandibû ku ji ber arîşeyeke teknîkî firokeyeke Sûrî ji cura Mîg-23 ketiye xwarê.