Gilo: Rola Berevaniya Niştimanî li Qamişlo kêm dibe

Hevserokê Desteya Berevaniyê ya Kantona Cizîrê dibêje, hin xalên agirbestê ji îro demjimêr 12:00 de ketin warê cibicîkirinê û hin girtî hatin azadkirin. dê rêjîm jî bi erkê xwe derbarê qerebûkirina xelkê rabe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Desteya Berevaniyê ya Kantona Cizîrê dibêje, hin xalên agirbestê ji îro demjimêr 12:00 de ketin warê cibicîkirinê û hin girtî hatin azadkirin. dê rêjîm jî bi erkê xwe derbarê qerebûkirina xelkê rabe.

Hevserokê Desteya Berevaniyê ya Kantona Cizîrê Rêzan Gilo ji K24ê re ragihand ku, yek ji xalên girîng ya agirbestê ew e, ku hêza Berevaniya Niştimanî ya ser bi rêjîma Sûriyê ve were rakirin, yan rola wan were kêmkirin.

Hevserokê Desteya Navxweyî yê Kantona Cizîrê Kenan Berekat îro di konfiranseke rojnamevanî de ragihand ku ew ligel rêjîmê li ser agirbesteke ji 8 xalan rêkeftine. Berketa aşkere kir ku, hemû xalên ku di wî şerî de ji aliyê wan ve hatine kontrolkirin dê di destê wan de bimînin . 

Herwiha Gêlo diyar kir hin xalên agirbestê ji îro demjimêr 12:00 de ketin warê cibicîkirinê û hin girtî hatin azadkirin. Herwiha rengên leşkerî ji nava Qamişlo de hatin vekişandin û xelkê dest bi jiyana xwe ya normal kirin.

Gilo amaje bi xaleke din ya agirbestê kir, dê komîtek were avakirin bo tomarkirina ziyanên xelkê Qamişlo yên ji ber rewşa şer ziyan gihêtine malên wan û dermankirina birîndaran. Ji ber ku rêjîm jî bi vî şerî sûcdar e, dê rêjîm bi erkê derbarê qerebûkirina xelkê rabe.

Gilo amaje kir jî, Rêveberiya Xweser û Desteya Tenduristiyê beramberî xelk, şehîd û birîndaran jî bi erkên xwe rabûye.