Li Amedê Nivîskarên Kurd û biyanî daxwaza aştiyê dikin
Xebatên konferansê û encamên ku, hatine derxistin, dê bi encamnameyekî di 25ê Nîsanê de bê ragihandin.

K24-Amed
Li Amedê, Nivîskarên Kurd û biyanî, bi sermijara şer ê li Bakûrê Kurdistanê û rawestina wî şerî, peyda kirina aştiyê û şêwazên têkoşina ji bo çareser kirin û bi destxistina mafan konferasek hat lidarxistin. Di Konferansê de, Nivîskar li bersîva pirsa "çewa û ji bo kê? Aştî" geriyan û pêşniyar, ceribandin û gotarên xwe pêşkêş kirin.
Konferans bi 3 rûniştinan birêv çû û rojnamevan, civaknas, dîroknas, hûqûqnas û pisporên mijarên cuda şer û aştiyê nirxandin.
Dîroknas û Nivîskarê Kurd Prof.Dr. Jabar Qadir dazanîn ku, dewletên ku, Kurdistan dagir kirine, dixwazin bi şêwazên kevnare xwe berdewam bikin û Kurd jî di nav wê pergalê de serî li rêbazên şer û tund didin. Qadir balkişand ku hin caran birayarên wisa dibin sedema karasatan bo Kurdan lê ger pergalek wek Ewrûpa hebûya ev qas encamdayînên xeter jî pêknadihatin.
Derbarê vê mijarê Dîroknas û Nivîskarê Kurd Prof.Dr. Jabar Qadir wiha ji K24ê re got:"Aştî peyameke pir dijwar e. Yanî pir wext û sebir dixwaze. Tu nikarî din av şer û rojekî de aştî çêbikî. Yanî girîngî ew e ku, me hemû aştî bixwazin, pê bawerbin û ji bo aştiyê xebat bikin."
Di konferansê de rexne hat girtin ku, konferanseke wiha girîng ji aliyê çapameniya Tirkiyeyê ve nayê şopandin û balhat kişandin ku, li Tirkiyeyê daxwaza aştiyê buye wek xofekî.
Nivîskar Omer Dilsoz jî ji Kurdistan24 re diyar kir ku, nivîskar ji bo zindiyan dinivîsin û ji ber vê yekê berdewamiya jiyanê bi şêwazên aştiyane daxwaza wan ya serekî ye. Derbarê vê yekê wiha axifî:"Bi rik, kerb û kînê û bi hesavên şexsî ku, derdikevin pêşiya jiyanê, dibin egera hevûdu kuştinê û li wir mirin û kuştin destpê dikin. gava ku, miletekî-civakekî xwe di ser miletekî din de bibîne û dest bide ser maf û heq û hûqûqa miletekî-civakekî disa li derê jî şer û kuştin û xirabî destpê dikin."
Xebatên konferansê û encamên ku, hatine derxistin, dê bi encamnameyekî di 25ê Nîsanê de bê ragihandin.