Li Şama Sûriyê teqîneke bihêz çêbû

Navçeya Seyîde Zêneb weke navçeya Şîe tê naskirin, herwiha gelek welatiyên Îranê serdana wê deverê dikin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Şamê paytexa Sûriyê teqnîne navçeya Seyîde Zêneb hejan, di encam de gelek kuştî û birînda ketin.

Derbarê teqînê Tilevizyona Sûriyê ya fermî di nûçeyeke lezgîn de ragehand ku, teqînek li devera Seyîde Zêneb rûda, li gor agahiyên Telefizyonê gelek kuştî û birînda hene.

ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan daxuyaniyek belavkir tê de wiha goti: Di encama teqîna navçeya Seyîde Zêneb l Şamê 6 kesan canê xwe ji dest dan, eger heye hejmara kuştiyan zêdetir bibe.

Navçeya Seyîde Zêneb weke navçeya Şîe tê naskirin, herwiha gelek welatiyên Îranê serdana wê deverê dikin.

 

Fly Erbil Advertisment