Li Diyarbekirê wesayita leşkerî pêl jinekê kir

Li kolana bi navê Gewran ya li nava bajarê Diyarbekirê wesayita leşkerî pêl jinekê kir, jina ku navê wê nehat zanîn li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

K24 – Diyarbekir

Li kolana bi navê Gewran ya li nava bajarê Diyarbekirê wesayita leşkerî pêl jinekê kir, jina ku navê wê nehat zanîn li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Bûyer, îro (27.04.2016) li saet derdora 13.30ê li ser kolana Gewranê qewimî. Wesayita leşkerî ya bi navê kîrpî, li jineke ku dixwest ji aliyekê rê derbasî aliyê din bibe da û jina ku mayî bin tekerê wesayitê de canê xwe ji dest da.

Piştî bûyerê  hejmareke welatiyan bi keviran êrişî weşayitê kirin. Di demeke kin de bi dehan tirimbêlên polîsan hatin cihê bûyerê. Da ku xelk belav bibe polîsan gule berdan hewayê û bi ava şîd û gaza rondikrêj destlêwerdana xelkê kirin. Di nava polîs û xelkê de rageşî derket. Xelkê bi dirûşmên wek “Dewleta qatil dê hesab bide”. nerazîbûna xwe nîşan dan.

Cenazeyê jinê, bi tirimbêla cenazeyan ji bo otopsiyê rakirin nexweşxaneya dewletê ya Diyarbekirê. Piştî ku cihê bûyerê hat pakijkirin û şûştin rê dîsa ji hatûçûnê re hate vekirin.

 

Fly Erbil Advertisment