Rêveberê ARTA FM ji K24ê re behsa revandina xwe û şewtandina dezgehê kir

Berî dezgehê bişewtînin Rêveberê vê revendabûn.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/2babb56e-ab1d-42eb-b054-872fca7af6e1/Arta-Amude-Rojava.ism/manifest

K24-Amûdê

Derengiya şeva borî li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, agireke bi dezgeha Radiyo ya ARTA FM ket, di encam de avahiya dezgehê bi temamî şewitî.

Derbarê şetandina dezgehê Rêvberê Cîbcîkarê yê ARTA FM Sefqan Hesen ji K24ê re wiha got: Otombîleke Spî corê van bê nimre rastî me hat, 5 kes ku, temenê (18-23) salî ji wê otombîlê hatin xwarê, em dorpêçkirin û çekê bi corê Demance xistin serê me de û ji mer gotin: "Eger hun bixwazin bijîn bê deng bibin, çend gotinên me bi were hene."

Serfqan Hesen axiftina xwe wiha domkir û got: "Wan kesan em birin gorîstanê, li wir nêzî 45 deqîqan lêpirsîn bi mere kirin, piştê lêpirsînê ji mere gotin ku, dixwazin derbasî dezgeha ARTA FM bin, dest û çavê min girêdayî bûn, em çûn dezgehê, dema em giştin dezgehê hejmara wan zêde bû û bûne 12e kes, li wir min ji wan xwest ku, xwîn neyê rijandin û kes neyê kuştin, daxwaza min qebûl kirin, min bang li zêrevanê dezgehê kir yê hate xwar, wan kesan çek xistin serê wî de jî û gotin bê deng be, derbasî dezgehê bûn, hin kompûterê dezgê ligel xwe birin, yên dijî li odeya bexê komkirin û agir bi dezgehê xistin.Di wê demê de cîran bi wan hesiyan, destê me jî girêdayî bûn, me deriyê otombîlê vekir û em derketin lê wê demê dezgeh bi temamî şewitîbû.

Fly Erbil Advertisment