Opozîsyon:NY dema danûstandinan destnîşan dike
Tê zanîn ku, şanda Opozîsyona Sûriyê ji ber berdewamiya êrîşên rejîma Sûriyê li ser sivîlan, pirsa girtiyan xwe ji danûstandinan vekişand.
K24-Naveda Nûçeyan
Endamê Desteya Bilind a Opozîsyona Sûriyê yê Danûstandinên Cenêvê Coric Sebra ragehand ku, biryara destnîşankirina dema bê ya danûstandinan di destê Neteweyên Yekbûyî de ye.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxayîl Bogdanov ragehand ku, eger heye di 10ê meha bê de danûstandinên Cenêvê destpê bike.
Bogdanov diyarkir bû ku, pêwîste Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Staffan De Mistura dema destpêkirina danûstandian destnîşan bike.
Derbarê vê mijarê Endamê Desteya Bilind a Opozîsyona Sûriyê yê Danûstandinên Cenêvê Coric Sebra ragehand ku, biryara destnîşankirina dema bê ya danûstandinan di destê Neteweyên Yekbûyî de ye.
Derbarê beşdariya wan jî di danûstandinên bê de Sebra dabû zanîn ku, heta ku, daxwazên wan ji aliyê rejîma Sûriyê ve neyên cîbecîkirin danûstandinan nakin.
Tê zanîn ku, şande Opozîsyona Sûriyê ji ber berdewamiya êrîşên rejîma Sûriyê li ser sivîlan, pirsa girtiyan xwe di danûstandinan vekişand.
