Mislim: Pêwendiyên me ligel Amerîkayê tenê leşkerî ne

Sala borî Amerîka rê neda Salih Muslim serdana Amerîka ji bo beşdarîkrin di konfransa taybet bi guhertinên li Rojhelata Navîn bike, lê îsal rê bo wî hatiye dan û vîzeya Amerîkayê jî wergirtiye.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/6420701f-28c6-45b4-8555-06aeec57e351/Salih%20Muslim%20Kurd%20serbxwe.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Salih Mislim ragehan ku, Amerîkayê piştevaniya me ya siyasî nake ji ber ku, tenê pêwenidyên me ligel wî wlatî leşkerî ne.

Derbarê vê mijarê di Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Salih Mislim bi rêya Skaybê tevlî konfransa Rêveberiya Xweser a Partiya Demokratî ya Gelan li Washingtonê wiha got:"Em naxwazin Sûriyê dabeş bikin,  herwiha em dewleteke serbixwe jî naxwazin."

Derbarê pêwendiyên wan ligel Amerîkayê Mislim Aşkere kir ku, Amerîka piştevaniya wan a siyasî nake, tenê pêwendiyên wan yê leşkerî bi wî welatî re hene.

Sala borî Amerîka rê neda Salih Muslim serdana Amerîka ji bo beşdarîkrin di konfransa taybet bi guhertinên li Rojhelata Navîn bike, lê îsal rê bo wî hatiye dan û vîzeya Amerîkayê jî wergirtiye.

Fly Erbil Advertisment