TAK teqîna bajarê Bûrsayê li xwe digire
Teyrbazên Azadiya Kurdistanê (TAK) ragehand, teqîna bajarê Bûrsa ya beriya 4 rojan, ji hêla endama wan Asya Gilîdaxê hatiye kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Teyrbazên Azadiya Kurdistanê (TAK) ragehand, teqîna bajarê Bûrsa ya beriya 4 rojan, ji hêla endama wan Asya Gilîdaxê hatiye kirin.
Di malpera TAK'ê de derbarî çalakiya xwekujî ya Bûrsayê daxuyaniyek hat ragehandin. Tê destnîşan kirin ku, çalakiya 27'ê Nîsanê ji hêla endama wan ve, bi armanca tolhildana êrişên dewleta Tirk yên li Bakurê Kurdistanê, hatiye kirin.
Her wiha tê ragehandin ku, endama wan beriya ku bigihêje armanca xwe, teqameniyên ser wê ji ber xwe teqiyane û bi ti awayê Mizgefta Mezin ne armanca êrişê wan bû.
Tê ragehandin endama TAK'ê Eser Çalî ya bi navê kod, Asya Gilîdax, ji Serheda Bakurê Kurdistanê ji bajarê Îdîrê ye û sala 1992'ê ji dayîk bûye.