Li Hezaxê rûxandina 600 avahiyan dest pê kir
Li Hezaxa Şirnexê, dest bi rûxandina 600 avahiyên ku ji operasyon, şer û peçûnan zirar dîtinê, hat kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Li Hezaxa Şirnexê, dest bi rûxandina 600 avahiyên ku ji operasyon, şer û peçûnan zirar dîtinê, hat kirin.
Li Hezexê, di 16'ê Sibatê de qedexeya derketina derve hatibû ragehandin û Artêşa Tirkiyê tevî polîsan bi tank û alavên giran operasyon dabû destpêkirin.
Di operasyon û pevçûnan de, nêzîkî 4 hezar avahiyan zirar dîtibû. Birêvberiya Jîngeh û Şarevaniyê ya Tirkiyê, biryara ruxandina 600 xaniyan girtibû.
Îro, di bin bergiriya hêzên ewlehiyê de, li Taxa Turgut Ozal û Taxa Nû, dest bi hilweşandina xaniyan hat kirin.