Di rapora kuştina Tahir Elçî de Kujer ne diyar e
Serokê BAROya Diyarbekirê Tahîr Elçî, bi dozên ji ber karvedanên li Bakûrê Kurdistanê ku di salên 1990-an de pêkhatibûn û li dedgeha Ewrûpayê ji ber wan kirinan ceza kirina Tirkiyeyê dihat nasîn.

K24 – Diyarbekir
Serokê BAROya Diyarbekirê Tahîr Elçî, bi dozên ji ber karvedanên li Bakurê Kurdistanê ku di salên 1990-an de pêkhatibûn û li Dedgeha Ewropayê ji ber wan kiryarên cezakirina Tirkiyê dihat nasîn.
Piştî ku li Bakurê Kurdistanê şerê dawî despê kir û qedexe li tax û navçeyan hat ragihandin jî wek Serokê BAROya Diyarbekirê, li wan ciyan lêkolînan dikir û raporan amade dikir û nerazîbûna xwe ji bo encamên wan şer û aloziyan diyar dikir.
Di 28ê Çiriya Paşîn de jî, ji bo ku nerazîbûna xwe, ji bo wî şerê ku nirx û bermayiyên dîrokî tune dike nîşan bide, li ber Mînareya Çarling ya li Diyarbekirê, ku take mîka mîmariya xwe ye daxuyanîyek da. Di dema ku ew daxuyanî dihatdaxuayndin de pevçûnekî çêbû û di encamê de jî Tahîr Elçî bi guleyekê hat kuştin.
Elçî bi aşkereyî, operasyon, qedexeyên û şerê PKKê yê nav bajaran jî rexne dikir. Tahîr Elçî teqrîben heyvekê beriya ku bê kuştin, li bernameyeke di Televizyoneke Tirkiyeyê de gotibû, ku kiryarên PKKê yên terorî hebin jî, ew PKKê wek rêxistineke terorî nas nake.
Elçî piştî wê gotara xwe bi nerazbûnên tund yên nijadperestên Tirk re rûberû mabû û diyar kiribû ku bi gefên dijwar re rûbirû dimîne.
Beriya ku Elçî bê kuştin jî di rûpela xwe ya medya civakî de wiha bersîv dabû wan gefan: "Min li ber gefên mezinên we yên endamên JİTEMê û generalan serî netewandiye, gelo ezê ji gefê we bitirsim."
BAROya Diyarbekirê jî, ji destpêkê de, di hizra xwe ya ku, Tahîr Elçî, bi sûîqastekî hatiye kuştin û kujerên wî ji aliyê dewleta Tirk ve, tên parastin, her rojên înê ji raya giştî re ragidihane.
Tahîr Elçî, şopdarê dozên wan kesên ku di salên 1990-an de, ji aliyê hêzên tarî yên dewletê ve hatibûn winda kirin û kuştinbû. Bi teşeya kuştana wî û rapora kul i ser buyerê hatiye ragihandî jî, diyar dibe ku Tahîr Elçî jî ket wê lîsteya ji 10 hezaran kesî pêktê yên kujer û kiryar nediyar.