Li Dêrsimê sedam û encamên komkujiya bajêr hatin nirxandin
Di konfiransê de hate gotin ku, ji Komkujiya Dêrsîmê heta niha polîtîkaya fermî ya dewletê her wekî xwe maye û îro jî li aliyekî dewlet li bajarên Bakurê Kurdistanê operasyonan dikin ku sivîlan dike armanc û li aliyê din jî dixwazin nûnerên gel ji parlamentoyê der bikin.

K24-Dêrsim
Li Dêrsimê bi pêşengiya şaredariya Dêrsimê û bi hevkariya komeleya "Ji Nûve Avakirina Dêrsimê" 7emîn konferansa derbara salên 1937 û 1938an de hate lidarxistin. Di konferansê de sedem û encamên qetlîama Dêrsimê hate nirxandin.
Li Dersîmê di navbera salên(1937-1938)de di encama operasyoneke leşkerî de bi 10 hezaran sivîl hatin kuştin û bi 10 hezaran jî hatin sirgûnîkirin. Di salvegera vê tevkujiyê de, konferansek hate sazkirin ku nîviskar, Rewşenbîr, rojnameger, Akademîsyên û siyasetmedar beşdarî têde kirin. Konferans du rojan berdewam kir.
Hevseroka Giştî ya HDPê Figen Yûksekdag di konferansê de komkujiya Dêrsimê ya di sala 1937an de û operasyonên niha li ser bajarên Kurdan ve têne meşandin şiband hev du.
Derbarê vê mijarê de, Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag wiha got:"Ew kesên li pişt dîroka ku desthiladar dinivîsin disekinin ne tenê fîgûranê vê dîrokê ne di heman demê de xwediyê vê dîrokê ne û ev dîroka bi qetliyam û komkujiyan ve tijî nivîsandine. Îro zihniyeta ku desthiladariya AKPÊ nûnertiya wê dike heman zihniyet e. Zihniyeta kedxwar, dagirker tunehesibandinê û destbixwîn e, li pişt hemû van komkujiyan."
Herwiha beşdaran diyar kir ku, niha bi hezaran hestiyên ku di bin axê de hene hêj ne hatine derxistin û cihê wan jî nayê zanîn.
Ji aliyê xwe ve Hevşaredara Dêrsimê Nûrheyat Altûn wiha axifî:"Dîtina hestiyan jî nayê tu wateyê, ji ber ku yase û rêgezên xwe li gorî xwe datînin. Ji ber ku ew baş dizanin ku wekî van hestiyan, gelek hestiyên din jî di bin axê de ne. Derxistina van hestiyan, lixwemikurhatineke ji lewra ew naxwaz in li xwe mikur bên."
Nûnerên Komeleya "Jinûve Avakirina Dêrsimê" ku, ji Almanyayê beşdarî konferansê bûn bal kişandin ser politikayên dewletê yên li ser Elewiyan û dan zanîn ku ji bo dewletê Elewîbûn û Kurdbûn metirsiyeke mezin e û ew tu caran ceger nakin ku li gor rastiyê tevbiger in.
Derbarê konfransê Nûnerê Cemiyeta "Jinûve Avakirina Dêrsimê" Alî Ekber Aslan wiha ji K24ê re got:"Ev hikûmeta niha gelekî durû ye. Gotin emê pirsgirêka Elewiyan çareser bikin lê çareser ne kirin. Gotin em ê pirsa Kurdî çareser bikin lê ew jî nekirin. Yanî ev yek tirseke dîrokî ye di dilê wan de. Heger em piştgiriyê nedin hev du em ê her bi komkujî û qetliyam re rûbirû bimînin."
Di konferansê de polîtîkayên hikûmeta AKPê ya derbarê komkujiya Dêrsimê de hatin rexnekirin û hate gotin ku ji Komkujiya Dêrsîmê heta niha polîtîkaya fermî ya dewletê her wekî xwe maye û îro jî li aliyekî dewlet li bajarên Bakurê Kurdistanê operasyonan dikin ku sivîlan dike armanc û li aliyê din jî dixwazin nûnerên gel ji parlamentoyê der bikin.