Li Dêrsimê 3 gerîllan canê xwe ji dest dan

Li Bakurê Kurdistanê bajarê Dêrsimê di encama operasyona li dijî Arteşa Rizgariya Karker û Gundî ya Tirkiyê (TÎKKO) 3 gerîllan canê xwe ji dest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê bajarê Dêrsimê di encama operasyona li dijî Arteşa Rizgariya Karker û Gundî ya Tirkiyê (TÎKKO) 3 gerîlan canê xwe ji dest dan.

Li bajarê Dêrsimê gundê Okurlarê, duh bi şev hêzên ewlekariyê li hemberî rêxistina TÎKKOyê dest bi operasyonek berfireh  kir. Di navbera gerîlayên TIKKOyê û hêzên ewlekariya Tirkiyê de pevçûnek dijwar derket û heta îro berbangê berdewam kir. Hat ragihandin heta niha 3 gerîlayên TIKKOyê canê xwe ji dest dane.

Di 12ê Adara 2016an de Partiya Karkerên Kurdistanê PKK, TIKKO jî nav de ligel 8 rêxistinên çep û komûnîst yên Tirkiyeyê BI armanca rêxistinek bi navê Tevgera Şoreşa Yekgirtî a Gelan avakiribû. Ew 10 rêxistin diyar kiribûn ku ew ê li dijî AK Partiyê û dewleta Tirkiyê şerê çekdariyê bikin.

 

 

 

Fly Erbil Advertisment