Mûsimê Çinînê li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir
Li gorî amarên Saziya Çandiniyê ya girêdayî hikûmeta Sûriyê li Parêzgeha Hesekê,nêzî 470 hezar hêktar genim û 335 hezar hêktar ceh hatine çandin.
K24-Qamişlo
Tevî rewşa aloz, nebûna ewlehiyê, kêmbûn û buhabûna nirxê parçeyên yedek û keresteyên pêwist, xudanên patozan ango deraseyan li Rojavayê Kurdistanê amadekariyên xwe bo mûsimê sala 2016an dikin.
Li gorî hindek xudanên patozan,tevî ku, destkeftên madî yên mezin di mûsimê vê salê de nebin jî,lê ew neçarin ku, derkevin karê xwe bikin.
derbarê vê mijarê Ibrahîm Mişo wiha got:"Li bazarê tiştek arzan nemaye, bo çak kirina patozê heta niha me nêzî yek milyon û 500 lêreyênSûrî xerç kiriye, herweha yek milyon û 500 hezar lîre kelûpel û xwarin jî, heta dawî yê dê 3 milyon lîreyên Sûrî biçe."
Hindek xudanên patozan dibêjin ku, pirsgirêka kêmbûna karkeran,herweha nehevsengiya di navbera pereyên ku, têne xerçkirin derbarê çakkirina patozan û dahatên dawiya mûsim de,dê ziyanên madî mezin bighîne wan.
derbarê vê babetê welatiyê bi navê Silêman wiha ji K24ê re axifî:"Sala par baştir bû,her tişt arzan bû, lê ev îsal ji ber buhabûna nirxê dolar her tişt bi xwere buha kir, buhayê xwarina paleyan ango karmendên bi patozê re dighêje nêzî 150 hezar lêreyên Sûrî."
ji aliyê xwe ve Mihemed Silêman wiha dibêje:"Jiber pêla koçberiyê pirsgirêka kêmbûna karmendan heye,eger em hindek karmendan peyda bikin jî,daxwaza mûçeyên bilin dikin."
Li gorî amarên Saziya Çandiniyê ya girêdayî hikûmeta Sûriyê li Parêzgeha Hesekê,nêzî 470 hezar hêktar genim û 335 hezar hêktar ceh hatine çandin, ev yek jî hijmareke mezin ji patozan dixwaze,lê xwedanên patozan li hember van rûberên fereh û zehmetiyên dabînkirina pêdiviyên sereke ji patozan re divê, herwiha ji berpirsên çandiniyê dikin ku, alîkariya wan bikin, di warê ewlehî û dabînkirina pêdiviyên patozan de.