Human Rights Watch metirsiya xwe li ser girtîgeha Hemayê nîşan da

Berî niha girtiyên wê zindanê dema ku, rejîma Sûriyê xwest ku, hin girtî veghuze girtîgeha Sêdnaya li Şamê,10 zêrevanên girtîgehê yên bidîl girtin.

K24-Navenda Nûçeyan

Rêxstina Mafê Mirovan Human Rights Watch(HRW) metrisiya xwe li ser rewşa girtîgeha bajarê Hemayê nîşanda û da zanîn ku, hawlên kontirolkirina wê ji aliyê rejîmê ve wê bibe sedema kuştî û birîndaran di nav girtiyan de.

Derbarê vê mijarê Rêxstina Mafê Mirovan Human Rights Watch(HRW) raporek belav kir, tê de wiha got:"Girtîgeh 800 girtî tê de hene, piraniya wan girtiyên siyasî ne,rewşa wan jî gelek xirabe û nerazîbûna xwe destnîşan kirbûn."

Ji aliyê xwe Wezareta Navxweyî ya rejîma Sûriyê raporên behsa xirabiya girtîgehên dikin redkir.

Di rapora xwe de,Rêxstina Mafê Mirovan Human Rights Watch(HRW) metrsiya xwe anî ziman û aşker kir ku, her hawldanekê bo kontirolkirina girtîgehê dê gelek kuştî û birîndar bikevin.

Berî niha girtiyên wê zindanê dema ku, rejîma Sûriyê xwest ku, hin girtî veghuze  girtîgeha Sêdnaya li Şamê,10 zêrevanên girtîgehê yên bidîl girtin.