Sendîkayên Tirkiyê mîtîngan lidar dixin
Sendîkayên Tirkiyê yên wekî Sendikaya Perwerdehiyê û Sendikaya Karmendan bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin, ku rewşa Tirkiyê ber bi bobelatekê ve diçe û herwiha ew jî ji bo li dijî derketina geşedanan xwe amade dikin, bo mîtîngên hemdem.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Sendikaya Perwedehiyê ( Egîtîm-Sen) û Serokê Sendikaya Karmendan (KESK) bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin, ku ew ji ber rewşa Tirkiyê nerazî ne û dê bi dirûşmeya "Em dev ji perwerdeya sekuler, jiyana sekuler û garantiya kar bernadin" di 28-29ê gulanê, di 8 bajaran de mîtîngên hemdem lidarbixin.
Serokên Sendikayan bangî hemû welatiyên Tirkiyê kirin ku beşdarî mîtîngên wan bibin.